Îlon 28, 2023 07:52 Asia/Tehran
  • Îran 10 caran zêdetir  ji welatên din, ji aliyê ajansê ve tê kontrolkirin

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê hejmar û qebareya navendên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî  sedî 2 yê navendên navokî yên cîhanê da zanîn û got vêca mentiqî nîne  ku Îran 10 caran zêdetir ji welatên din were kontrolkirin.

Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê ku ji bo beşdariya li 67`emîn konferansa salane ya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê sefera Viyenê kiriye, li gotûbêja bi kanala televizyona El Cezîre  re teqez kir: Îranê hevkariyeke baş bi Rêxistina Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re heye û nêzîkî 120 çavdêrên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê niha micid dixebitin û Îran baweriya xwe li wan tîne û wan qebûl dike.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê her wiha got: Îran  karê çavdêran kontrol dike, biryara nepejirandina hinekan ji wan nayê wê wateyê ku Îran hevkariyê nake.

Îslamî amaje bi hevdîtina xwe ya bi Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê di sefera xwe bo Viyenê jî kir û got: hevdîtina bi l Grosî  re di rewşeke asayî de birêve çû, ji ber ku hevkarîya Îranê bi IAEA re ji hevkarîya her welatekî din bi wê re girîngtir e. .

Muhemed Îslamî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê bi şandekê  re bo beşdariya li 67`emîn civîna salane ya Civata Giştî ya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê roja yekşemiyê giheşt Viyenê.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li kêleka 67emîn konferansa giştî ya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li Viyenê, ji bilî beşdariya li kongireya giştî ya vê ajansê û axiftina di vê civînê de, bi  Rafael Grosî Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê û nûnerên şandên Brezîl, Çîn û Venezuela  re gotûbêj kir.

 

 

منبع خبر

Serepeyv