Îlon 28, 2023 07:16 Asia/Tehran
  • Peyama Emir Ebdullahiyan piştî bûyera agirpêketinê li li Neynewayê

Wezîrê karên derve yê Îranê di peyamekê de ji ber mirin û birîndarbûna hejmareke zêde ji welatiyên Iraqê li di encama agirpêketina li herêma Hemdaniya parêzgeha Neynewayê sersaxî da wezîrê karên derve yê Iraqê û gelê vî welatî.

 

Husêyn Emîr Ebdullîhan di peyama xwe ya sersaxiyê  ji bo Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husêyn ragihand: Bi xemgîniyeke zêde  ji ber  bûyera şewata êvara  roja sêşemê li navçeya Hemdaniyê ya parêzgeha  Neynewaya Iraqê  ku di encamê de hejmareke zêde ji xwuşk û birayên iraqî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, hevxemiya xwe pêşkêşî cenabê te û  hikûmet, netewe û rayedarên welatê cîran û bira, Iraqê û bi taybetî ji malbatên goriyan dikim.

Emîr Ebdullîhan ji Xwedayê mezin û hekîm , ji bo goriyên vê bûyera tal re  ji Xwedayê mezin  daxwaza rehmetê û  ji bo birîndaran şifaya lezgîn û ji bo malbatên wan jî daxwaza sebr û sekanê kir.

Emîr Ebdullahiyan di vê peyamê de amadebûna navendên alîkarî û dermankirinê yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo alîkariya mexdûran û birîndarên vê bûyerê ragihand.

Di encama şewata êvara Sêşemê ya li salona dawetê ya  li El Hemdaniye li parêzgeha Neynewaya Iraqê de 450 kesan canê xwe ji dest da  an  birîndar bûn.

 

Serepeyv