Îlon 25, 2023 16:46 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karûbarên Aborî û Darayî yê Îranê: Sermayeya Banka Îran û Misrê dê bi zûtirkê zêde dibe

Wezîrê Karûbarên Aborî û Darayî yê Îranê derbarê zêdekirina sermaya Banka Îran û Misrê di pêşerojeke nêzîk de agahî da.

 

Îhsan Xandûzî, Wezîrê Karûbarên Aborî û Darayî yê Îranê di twîtekê de nivîsî: Di hevdîtin û gotûbêja bi  Wezîrê Aborî yê Misrê re me li ser avakirina komîteyek ji bo projeyên hevpar  lihev kir.

Xandûzî got ku hêvîdar e piştî çend salan hevkarî û siyaseta dîplomasiya aborî ya dewleta Îranê, bibe sedem peywendiyên dîplomatîk ên Têhran û Qahirê bên destpêkirin.

Wezîrê Karên Aborî û Darayî yê Îranê ji bo beşdariya di  civîna salane ya wezîrên aborî yên Banka sermayeguzariyê ya binesaziya Asyayê, roja yekşemiyê bi  şandekê re giheşte Qahîreya paytexta Misrê.

Beşdariya li civîna salane ya wezîrên aborî yên Banka sermayeguzariya binesaziya Asiyayê û hevdîtinên dualî bi rayedarên welatên curbicur bi taybetî Misrê, ji armancên serdana Seyîd Îhsan Xandûzî, wezîrê karûbarê aborî û darayî yê Îranê bo Qahîrê ye. .

 

منبع خبر

Serepeyv