Îlon 24, 2023 17:39 Asia/Tehran
  • 822 miliyon dolar kelûmel ji Derbasgeha Sînorî ya Mêhranê ya Îranê bo Iraqê hatiye hinardekirin

Rêveberê Giştî yê Gumrika Parêzgeha Îlamê got, 822 miliyon dolar kelûmel ji Derbasgeha Sînorî ya Mêhranê ya Îranê bo Iraqê hatiye hinardekirin.

Rûhullah Xulamî Rêveberê Giştî yê Gumrika Parêzgeha Îlamê qala zêebûna hinardekirina ji Derbasgeha Sînorî ya Mêhranê bo Iraqê heta sedî 12 kir.

Rêveberê Giştî yê Gumrika Parêzgeha Îlamê got: Di şeş mehên destpêka sala 1402an da dedora miliyonek û 468 hezar ton kelûmel bi bihayê 822 miliyon dolarî ji Derbasgeha Sînorî ya Mêhranê bo Iraqê hatiye hinardekirin.

Xulamî got: Rojane ji 500 heta 600 kamyon kelûmel tê hinardekirin û pêşbînî tê kirin heta dawiya salê  3 miliyon ton kelûpel ji Derbasgeha Sînorî ya Mêhranê bo Iraqî were hinardekirin.

Rêveberê Giştî yê Gumrika Parêzgeha Îlamê got: Ev kelûmel cûreyên berhemên çandinî, avahîçêkirin, çîmento, kelpîç, kaşî û alavên metalî û plastîk in.

Rêveberê Giştî yê Gumrika Parêzgeha Îlamê tekez kir: Derbasgeha Sînorî ya Mêhranê wek derbasgeha herî ewleh û girîng a welêt e û gellek bazirganên îranî vê derbasgehê ji bo hinardekirina kelûmelan bo Iraqê bi kar tînin.

Serepeyv