Îlon 22, 2023 15:31 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Şer ne rêya çareseriya qeyrana Ukraynê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina bi serokê Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re got: Şer ne rêçareya qeyrana Ukraynê ye .


Husêyn Emîrabdollahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina bi Denis Fransis, Serokê Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li kêleka 78`emîn Civata Giştî ya vê saziya navneteweyî got: Berçavgirtina nirxên însanî li alûgurên aloz ên niha yên cîhanê pir bi erziş e  û Serokê Civata Giştî  ya Netewên Yekbûyî berpirsiyariyek girîng heye  ku bîr û hizrên  bi nirx ên însanî bişopîne . 

Emîr Ebdullahiyan diyar kir ku baldariya welatan ser çenalîxwzaiyê rastiyeke girîng e û di vê çarçoveyê de rola Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pir girîng e û got: Gelek girîng e ku welatên pêşketî hest bikin ku dengên wan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bê bihîstin.

Serokê Civata Giştî ya NY jî kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Îranê re nîşan da û got: Tevî rewşa aloz û nakokiyên zav ên navneteweyî ku her kes hewl dide helwesta xwe hebe, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Hewl dide hevgirtin û baweriyê di nava Civata Giştî ya  Neteweyên Yekbûyî  bide vejiyandin û alîkariya çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî bike.

 

منبع خبر

Serepeyv