Berteka Wezareta Derve ya Îranê bo daxuyaniya Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li hemberî daxuyaniya Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê derbarê kiryara Îranê ya betalkirina kivşkirina çend çavdêrên bi ezmûn ên Ajansê, ragihand: Kiryara vê dawiyê ya Îranê li gorî mafên hakimiyetî yên destnîşankirî di Xala 9 ji Lihevkirinnameya giştalî ya Çavdêriyê navbera Îran û Ajansê pêk hatiye.
Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Mixabin sê welatên ewropî û Amerîkayê tevî danûstandina erênî, avaker û berdewam a Komara Îslamî digel Ajansê, bi zêdexwazî û bi armanca xerakirina atmosfera hevkariyê navbera Îran û Ajansê, atmosfera Konseya Biryarderan ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar anîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê pêştir derbarê dûhatên van sûdwergirtinên nebaş ên siyasî ji wan hewldana ji bo siyasîkirina atmosfera Ajansê hişyariya pêwîst dabû.
Kenanî tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê çaverêtî heye ku welatên rojavayî xwe ji siyaseta sûşdwergirtina nebaş ji saziyên navneteweyî ji wan Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê dûr bigirin û rê bidin ev sazî çalakiyên xwe yên profesyonel û bêalî bêyî zextên siyasî pêk bînin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Komara Îslamî tevî tekeziya ser bêalîbûna Ajansê, hevkariyên xwe yên erênî di çarçova lihevkirinên pêkhatî da didomîne.
Rafael Grossî Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê roja Şemiyê bi dayîna daxuyaniyeke fermî ragihand: Îranê qala biryara xwe ji bo betalkirina îzna çalakiya çend çavdêrêîn herî bi ezmûn ên Ajansê ku ji bo ceribandina rstiya çalakiyên vî welatî li gorî lihevkirinnameya çavdêriyên qedexeya berfirehkirina çekên atomî hatibûn kivşkirin, kiriye. R ji Îranê xwestiye ku di biryara xwe da venihêrîn pêk bîne û vegere tiştê ku wî wek rêya hevkariyên Îran û Ajansê zaniye.