Îlon 04, 2023 17:32 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza Bejayî ya Artêşa Îranê: Hêza berevaniya Îranê gelekî bihêz û xurt bûye

Fermandeyê Hêza Bejayî ya Komara Îslamî ya Îranê got: Hêzên bejayî yên wêrek û xwedî yekîneyên berteka lezgîn, bi destkevtên girîng ên van salên dawî, bi taybetî di warê şerê bejayî de, di kêmtirîn dem de erkên xwe bi başî cih tîne.

Emîr sertîp Kiyomers Heyderî, fermandeyê hêza bejayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro duşemiyê ji xwendekarên zanîngehên efserî yên artêşê re got: Hêza berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi hebûna ciwanên xwe yên dilsoz gihîştiye asta herî bilind.

Emîr Heyderî diyar kir ku niha artêş yek ji hêzên herî girîng li navçe û cîhanê ye û got: Hêzên bejayî yên artêşê ji bilî erkê xwe yê bingehîn ku parastina sînorên welat e, di hemî waran de bi taybet bûyerên çavrênekirî li kêleka xelkê ne. 

Fermandeyê hêza bejayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser wê yekê ku dijminên nizama  pîroz a Komara Îslamî ya Îranê bi xercên malî yên mezin hewl didin ku xortan ji vê sîstemê dûr bikin, destnîşan kir: Ciwanên Îranê  bi  bawerî, teqwa, şehadetxwazî  û welayetmedariy ku xala  herî giring di warê perwerdekirina efsserên inqilabî ye li pêşiya armancên dijminan radiweste û nahêle ku bigihêjin armancên xwe yên qirêj. .

 

منبع خبر

Serepeyv