Îlon 04, 2023 09:53 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îranê teqezî li ser berfirehkirina hevkariyê bi Tirkiyê re kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser xalên hevpar ên çandî û dîrokî yên di navbera Îran û Tirkiyê de û hêvî kir ku asta hevkariyên her du welatan di dewra nû ya serokomariya Erdogan de baştir bibe û di encamê de hevkariyên navçeyî û navneteweyî û têkiliyên di navbera her du aliyan xurttir bibin.

Seyid Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina bi Hakan Fîdan, Wezîrê Karên derve yê Tirkiyê re  li Têhranê, çalakbûna Komîsyona Hevpar a hevkariyên aborî, ser xweûkirina riya têkeliyên ticarî yên di navbera her du welatan û danûstandinên dualî de bi bandor da zanîn.

Reîsî amaje bi dilnîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê li navçeyê jî kir û diyar kir ku,  rêya herî bi bandor a  rawestana li himber terorîzmê, rêzgirtina li serweriya netewî û yekperçetiya axê hemû welatên navçeyê ye û diyar kir ku, dasepandina bi bandor a serweriya neteweyî ya her hikûmetekê  ser hemû ava wê, rêya herî baş e ji bo  rawestana  li himber  terorîstan û xebatên dijî ewlehiyê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê rawestana li himber mayîna welatên biyanî li navçeyên curbicur ji wan li Qefqazê pêwîst  da zanîn  û li ser çareserkirina pirsgirêkan ji riya gotûbêj û hevkariya welatên her navçeyekê teqez kir.

Di vê hevdîtinê de Hakan Fîdan , Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku Îran û Tirkiyê ji bo berfirekirin û xurtkirina hevkariyên  zirûfên zav hene û bidestxistina armanca gîhandna asta danûstandinên ticarî yên dualî bo asta 30 milyar dolarî mimkun   da zanîn û teqezî li ser cihanîna wê kir.

 

Elî Ekber Ehmediyan, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê di hevdîtina bi Hakan Fîdan wezîrê karên derve yê Tirkiyê  re li Têhranê, bal kişand ser alûgurên navçeya Qefqazê û dijberiya Komara Îslamî ya Îranê li hemberî her guhertineke jeopolîtîk li navçê û lidarxistina civîna 3+3  pêngaveke bi bandor ji têgihêştina şaş û çareserkirina pirsgirêkên  navbera welatên navçeyê da zanîn.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê ragihand ku berfirehkirina peywendiyên dostane  navbera Îran û Tirkiyê de, berjewendiyên mayînde ên du welatên cîran dabîn dike û amajeyî dîroka dirêj a hevkariyên navbera Îran û Tirkiyê kir  ku ewlehî û aramiyê  bo navçeyê pêk tîne.

Hakan Fîdan  jî bi ragihandina elaqeya welatê xwe ji bo berfirekirina peywendiyên bi  Îranê re kir û hêvî kir  ku qonaxeke nû ya hevkariyên dualî û çendalî yên her du welatên cîran bên destpêkirin.

 Wezîrê karên derve yê Îranê  jî di civîna rojnamevaniyê bi  hevtayê xwe yê Tirkiyê re ragihand: Asta berçavgirtî bo  danûstandinên aborî di navbera her du welatan de 30 milyar Euro ye û niha em di nîva rê de ne.

Husêyn Emîr Abdolahiyan got : Em gelek kêfxweş in ku rêketinên her du serokan ber bi pêş ve diçin û li ser rêya pêşketinê ne.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî di vê civîna rojnamevaniyê de ragihand, piştî erdheja Tirkiyê, Îranê jî pêwendiya xwe bi Tirkiyê re nîşan da, ku em spasiya vê yekê dikin.

Serepeyv