Îran di warê enerjiyê de xizmetguzriyên teknîkî û endazyariyê hinarde dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i343295-Îran_di_warê_enerjiyê_de_xizmetguzriyên_teknîkî_û_endazyariyê_hinarde_dike
Serokê Komara Islamî ya Îranê di merasima destpêkkirina berhemanîna gazê ji faza 11-an a meydana hevpar a Parsa Başûr, tekez kir: Îran di warê enerjiyê de xizmetguzriyên teknîkî û endazyariyê hinarde dike.
(last modified 2023-08-28T10:11:28+00:00 )
Tebax 28, 2023 13:34 Asia/Tehran
  • Îran di warê enerjiyê de xizmetguzriyên teknîkî û endazyariyê hinarde dike

Serokê Komara Islamî ya Îranê di merasima destpêkkirina berhemanîna gazê ji faza 11-an a meydana hevpar a Parsa Başûr, tekez kir: Îran di warê enerjiyê de xizmetguzriyên teknîkî û endazyariyê hinarde dike.

 

Bi amadebûna Seyîd Îbrahîm Rayîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro Duşemê li Eselûyê faza 11- an a Parsa Başûr projeya Mêtanol û Petrokîmiya Hlngamê xebata xwe destpê kir

 Seyîd Îbrahîm Rayîsî, Serokê Komarê îslamî ya  Îranê îro di merasima destpêkirina berhemanîna gazê ji faza  11-an  a meydana hevpar a Parsa Başûr li Eselûyê, destpêkirina vê fazê  wek pêngaveke mezin û mayînde di warê pîşesaziya nift û gazê li welêt da zanîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Cihanîna vê pirojeyê ji aliyê pisporên navxweyî ve, di halekî de cih hat ku kompaniyên biyanî yên aliyê  vê meymanê  bi hinceta boykotan dev ji erkên xwe berdabûn û welat di bin boykotên herî giran de bû.

Rayîsî veguhestina doşika gazê ji faza 12 ya meydana  Parsa Başûr bo vê meydanê û destpêkirina vê projeyê sê sal pêştir ji dema pêwîst, wek taybetmendiyên din ên vê projeyêda zanîn.

 

منبع خبر