Wezîrê Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar: Dijmin gelek lawaz bûne
Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê teqez kir: Dijmin tevî ku gelek kelûpelên xwe hene, lê gelek lawaz bûne.
Emîr Serleşker Mihemed Riza Aştîyanî, Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar, got ku tevî ku dijmin gelek kelûpelên xwe hene, lê li Efxanistan, Iraq û Sûriyê û li deverên din pir lawaz bûne û di beşên din ku bi hêzên Îranê re rûbirû bûne, pîlanên wan bêencam bûne.
Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi hêz in û cesaret û wêrektiya pêwîst ji bo bikaranîna kelûpelan hene û got: Em di asta herî bilind a hêz û îqtîdarê de ne, lewma dijmin nawêre reftareke bi ehmeqtî bike
Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar teqezî li ser berhemanîna mûşekên curbicur li gorî hewcemendiyên hêzên çekdar kir û got: Em mûşekên curbicur û mûşekên balistîk û stratejîk bêhêz û dirêj mezîl berhem tînin, me mûşekên Krûz û berevaniya esmanî, bejayî û deryayî hene ku ku li gorî hewcemendiyên hêzên çekdar têne çêkirin.