Tebax 14, 2023 09:30 Asia/Tehran
  • 4 kesên gumnabrê desthebûna li bûyera terorîstî ya herema Şahçiraxê hatin desteserkirin

Serokê Giştî yê Dadweriya parêzgeha Farsê li başûrê Îranê ragihand 4 kesên gumnabrê desthebûna li bûyera terorîstî ya herema Şahçiraxê hatin desteserkirin.

 

Hucetulîslam Seyd Kazim Mûsewî, Serokê Giştî yê Dadweriya parêzêgeha Farsê derbarê dawîn rewşa dosiya êrişa terorîstî ya duh ser herema Şahçiraxê got: Bi lêkolînên cihhatî, 4 kesên gumnbar têkildarî vê bûyerê hatine desteserkirin.

 Mûsewî got: Terorîstê sereke ku dest bi gullevaêtnê li heremê kiriye, desmlidest hatinbû desteserkirin û jêpirsiya ji wî di halê cihtinê de ye.

 Li gorî gotina Serokê Giştî yê Dadweriya parêzgeha Farsê, mixanin halê yek ji biîndarên bûyerê xirab e.

Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî piştî vê bûyerê di peywendiyên telefonî bi Wezîrê karên Navxwe û parêzgarê Farsê ser peydakirin û şopandina hemî sebebkarên  vê cinaytê teqez kir. û Wezîrê navxweyî yê welêt erkdar kir ku berûlayên ewlehiyê yên  vê meselê demlidest  bi micidî hilkole û ragihîne.

 Reyîsî her wiha sersaxî da malbata şehîdê vê bûyerê û ji parêzêgarê Farsê xwest ku  bila  ji bikaranîna hemî îmkanatên dermankirinê bo dermankirina kesên birîndar piştrast bibe.

Duh êvarê, terorîstekî çekdar ji deriyê Bab Ul-Mediyê ya Herema Çahçiraxê xwestiye ku derbasî nava heremê bibe ku rastî berwedana  Hêzên Parasina heremê hatiye û di encama vê bûyerê de heta niha kesek hatiye şehîdkirin û 8 kes jî birîndar bûne ku hemî hatine rakirin bo navendên dermankirinê.

 

Serepeyv