Tebax 09, 2023 16:30 Asia/Tehran
  • Hinardekirina derman û alavên pizîşkî ji Îranê sedî 300 zêde bûye

Serokê Rêxistina Xwarek û Dermên a Wezreta Tenduristiyê ya Îranê behsa zêdebûna sedî 300 a hinardekirina derman û alavên pizîşkî di çar mehên dawî da kir.

Heyder Muhemedî Îran, Serokê Rêxistina Xwarek û Dermên a Wezreta Tenduristiyê ya Îranê bi gotina vêya ku li Îranê heta niha sedî 99 ji dermanan li nav welêt tên berhemanîn, got: Vê dawiyê kêmasiya Faktor-8 ji bo nexweşên Hemofîlî pêk hat ku kompaniyeke zanistbingeh a îranî dermanek berhem aniye ku dikare dewsa Faktor-8 bigire.

Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûna boykot û zextêîn siyasî yên cîhanî, bi palpiştiya bi rola girîng a gel nemaze xortên bijare û çalak di warên zanistî û pizîşkî da, berbend rakirine û destkeftine baş bi dest xistine.

 

Serepeyv