Tebax 07, 2023 15:12 Asia/Tehran
  • Wezareta karên Derve ya Îranê banî Balyozê Danîmarkayê kir

Wezareta karên Derve ya Îranê di dewama bêrêziya li Qurana Pîroz li Danîmarkayê, banî balyozê vî welatî kir.

 

Di heftiyên derbasbûyî de, çend babetên curbicur ên şewitandina Qurana Pîroz li welatên Danîmarka û Swêdê qewimîne. 

 Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Îro Rêveberê Giştî yê Ewrûpaya rojavayê li Wezareta karên Derve ya Îranê  Balyozê  Danîmarkayê li Têhranê vexwend û nerazîbûna tund a Têhranê ji ber bêrêziya li Qurana pîroz li Danîmarkayê ji wî re rgihand û ji wî hat xwestin ku bila vê nerazîbûnê  demlidest ragihîne paytexta xwe. 

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê teqez kir: Ev bêrêzî bi îzna polîsê van welatan cih tê û nîşan dide hikûmeên  Danîmarka û Swêdê derbarê vê meselê sersariyê dikin û rêzikên navneteweyî û manîfesta NY binpê dikin. 

 

 

Serepeyv