Tîrmeh 28, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Beşdariya berfireh a gelê Îrana îslamî di merasima Aşûrayê da

Gelê Îrana îslamî li bajar û gundên seranserî welêt merasima şîndariya Aşûraya Îmam Hisên (S) serwer û salarê şehîdan li dar xistin.

Îro Înî hevdem digel 10ê Miherrema 1445an a Koça heyvî, roja Aşûraya Îmam Hisên (S) e. Îro şîndariyên tehranî ku şeva derbasbûyî heta nîviya şevê bi beşdariya di merasimên şîndariyê da derbas kiribû, ji destpêka sibeha îro jî şîndariya ji bo Îmam Hisên û hevrêyên wî yên wefadar dest pê kirin da ku careke din eleqeya xwe ya jidil li Îmam Hisên (S) mînaka îsar, tewqa, şehadet û şehametê ragihînin.

Bajarê Meşhedê nemaze mezargeha Îmam Reza (S) li Aşûraya Îmam Hisên seranserî ax û nalîn bû û şîndaran bi bîr mêrxasiyên serwer û salarê şehîdan û hevrêyên wî yên wefadar û misîbetên deşta Kerbelayê di roja Aşûrayê da li ser û sîngê xwe dan.

Heyetên şîndariyê ku ji seranserî welêt çûne Meşhedê, her yek di rêyên ku digihêjin Mezargeha Îmam Reza da bi deb û rismên xwe yên tabbet şîndarî kirin û tevî derbasbûna bo herema Îmam Reza di vê sehn û serayê da jî şîngêrî kirin.

Bi hezaran kes ji gel û heyetên mezhebî yên Şîrazê, wek sêyemîn herema Ehli Beytê li Îrana îslamî jî îro hevdem digel Aşûrayê ber bi mezargeha paqij a Hezretê Ehmed Ibnî Mûsa Şahçirax (S) va meşiyan û bi amadebûna li rex vê mezargeha ronî şîna serwer û salarê şehîdan hezretê Eba Ebdullah Ul-Hisên (S) girtin.

Li Ûrmiyeya navenda Parêzgeha Azerbaycana Rojava jî xelkê rêûrismên dehrojiya Miherremê li dar xistin.

Bi giştî îro li seranserî Îrana Îslamî ji bakur bigire heta başûr hogir û aşiqên Îmam Hisên (S) beşsdarî rêûrismên şîngirtina ji bo wî îmamî bûn.

Serepeyv