Tîrmeh 27, 2023 08:48 Asia/Tehran
  • Emîr Ebdulahiyan: Nabe bi mehneya azadiya raderbirînê, nirx û erzişên olî bên binpêkirin

Wezîrê karên Derve yê Îranê, di gotûbêa telefonî bi hevtayê xwe yê danîmarkî re bêrêziya vê dawiyê li Qurana pîroz şermzar kir û ew wek qebahetekeê da zanîn û got: Azadiya raderbirînê ne mijarek e ku di çarçoveya wê de, erziş û nirxên olî bên binpêkirin.

 

 Piştî dubarekirina bêrêziya li nirxên pîroz ên îslamî li Danîmarkayê, Lars Lokê Rasmosên , Wezîrê karên Derve yê Danîmarkayê roja çarşemiyê tev Husêyn Emîr Ebdulahiyan Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi riya telefonê gotûbêj kir.

 Emîr Ebdulahiyan, însiyatîva Danîmarkayê ya derheq peywendiya telefonî û helwêsta hikûmeta Danîmarkayê ya şermezarkirina vê kiryarê balkêş da zanîn û ser pêwîstiya  cizakirina sebebkarên bêrêziya li Qurana pîroz teqez kir.

  Emîr Ebdulahiyan teqez kir: Bêrêziyên vê dawiyê, dilê misilmanan û xelkê olên îbrahîmî êşandiye û biryarnameya vê dawiyê ya Civata Giştî ya NY jî di vê çarçoveyê de balkêş e.

 Lars Lokê Rasmosên, Wezîrê karên Derve yê Danîmarkayê jî di vê peywendiya telefonî de, mixabiniya xwe derheq bêrêziya li Qurana pîroz da diyarkirin û got: Danîmaka her cure bêrêziya li Qurana Pîroz bi tundî şermezar dike.

 

Serepeyv