Tîrmeh 26, 2023 17:33 Asia/Tehran
  • Muhemed Îslamî: Me nexşerêyeke tevav ji bo xwecîkirina hêzgehên atomî di destûrkara xwe da heye

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê tekez kir ku vê saziyê nexşerêyeke tevav pratîkî û cihanînê ji bo xwecîkirina hêzgehên atomî xistiye destûrkara xwe.

Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê derbarê kiryarên vê saziyê di warê xwecîkirina ardûya hêzgehan got: Nexşerêya xwecihîkirina hêzgehên atomî yek ji kiryarên girîng bû ku  di warê Belgenameya Giştalî ya 20 salî di sala çûyî da pêk hat.

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê her wiha got: Tevahiya zincîreya dabînkirinê di pêvajoya çêkirina hêzgehê û amadekirina madeyên xav hatine naskirin û me roja îro nexşerêyeke tevav pratîkî û cihanînê di destûkara xwe da heye.

Îslamî her wiha got: Wek pêngava yekem, operasyona cihanîna Hêzgeha Karûnê ku di rêza wan hêzgehan da ye ku beriya Înqilaba Îslamî jî hatibû pêşbînîkirin, dest pê bûye û ji bo çêkirina parçe û tîkeyên wê hin girêbest hatine îmzekirin.

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê bi gotina vêya ku derfetên pêwîst di çerxeya Ardûya Navokî ya welêt da pêk hatine, got: Em pêvajoya esehzanîn û piştrastkirina wan bi danûstandina digel welatên hevkar dişopînin da ku bikarin wê bikemilînin.

Serepeyv