Tîrmeh 24, 2023 17:24 Asia/Tehran
  • Şahkara Îtila'atî ya Îranê; toreke terorîstî-siyonîstî hevrê digel 43 bomban hat desteserkirin

Endamêîn toreke berfireh a terorîstî ku dixwestin gellek kiryarên xerabkariyê li parêzgehên Tehran, Kirman, Îsfehan, Kohgîlûye û Bûyêr Ehmed, Kurdistan û Mazenderanê pêk bînin ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê va hatin desteserkirin.

Endamên vê torê ku bi navcîtiya navendên terorîstî yên bicihbûyî li welatên Danîmarka û Holendê girlêdayî bi Rêxistina Sîxoriyê ya rejîma dagirkera Qudsê ne û ji aliyê wê rejîmê va ji hêla darayî û alavan va dihatin piştgirîkirin, di bereberê meha Miherremê da dixwestin çend operasyonên terorîstî li parêzgehên navbirî pêk bînin.

Ji van operasyonan plandarêştina ji bo kiryara teqandinê li cihê gora "Sipehbudê micahid şehîd Hecî Qasim Silêmanî (Re)" û hin navendên kombûnên gelanî û cihên ardûyê, her wiha teqandina îzgehên ceryan û gazê bi mebesta pêkanîna nakokiyê di dabînkirina hewcetiyên navxweyî û hinardekirinê û armancên din ên bi vî rengî bûn.

Ji van şaneyên terorîstî 43 bombe bi hêza zêde ya xerakirinê û bi qabiliyeta kontrolkirina ji rêya dûr hatin keşfkirin û pûçkirin.

Ji van bombeyan 20 heb dikarin bên avêtin ku bi armanca bikaranîna wan li dijî heyet û tekyeyan hatibûn amadekirin.

Ji bilî wê, çend malên tîmî, cûreyên alavên teqemeniyê, pêdiviyên teqandinê, cûreyên madeyên kîmyewî yên senetî û madeyên pêş-saz ên teqandinê, kîtên elêektronîkî, rîmûtên kontrolî ji bo teqandina ji rêya dûr, fîtîleyên teqandinê, çend koltên kemberî, çekên nêçîrê û hejmareke zêde ya çekên sar û amûrên ku tenê li ajawegêriyên nav kolanan tên bikaranîn, hatin keşfkirin û zeftkirin.

Endamên şaneyên desteserkirî beriya vêya jî wek kiryarên ceribandin û nirxandina şiyana xwe ji bo raberkirina bo erbabên xwe yên bicihbûyî li Danîmarka û Holendê çend operasyonên azirandinê pêk anîbûn û wêne û fîlmên wan ji bo medyayên terorîstî yên bicihbûyî li Ewropa û Amerîkayê şandibûn.

Van terorîstan vê dawiyê dil hebûn derbsî operasyona berfireh a xerabkariyê hebûn ku bi hişyarî û xefikdanîna hêzên ewlekariyê yên canfîda pêşî li operasyona wan a terorîstî hat girtin.

 

Serepeyv