Tîrmeh 24, 2023 16:30 Asia/Tehran
  • Îran derfetên navneteweyî ji bo sekinîna hemberî bêrêziya oli Qurana Pîroz bi kar tîne

Berdevkê Wezereta Karên Derve ya Îranê tevî şermezarkirina bêrêziya li Qurana Pîorz tekez kir, Komara Îslamî ya Îranê dê hemî derfetên navneteweyî û mafên mirovan ji bo sekinîna li hemberî welat û kesên bêrêziya li Qurana pîroz dkin, bi kar bîne.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezereta Karên Derve ya Îranê di press konferansa xwe ya îro da derbarê kiryarên Îranê û welatên din ên îslamî derbarê bêrêziya li Qurana pîroz, got: Bêrêziya i Qurana pîroz binpêkirina aşkira ya mafên gelên din e û bêrêziya li pîrozweriyên asimanî nayê qebûlkirin û ev kiryar li hin welatan pêk hat ku welatiyên misilman jî li an dijîn.

Berdevkê Wezereta Karên Derve ya Îranê her wiha got: Îranê wek welatê herî girîng ê endamê Saziya Hevkariya Îslamî  berteka cidî nîşan daye û daxwaza lidarxistina civîna awarte kiriye.

Nasir Kenanî got: Îran derfetên xwe yên navneteweyî ji bo sekinîna li hemberî bêrêziya li Quranê bi akr tîne û di kiryara berê jêî Îran bû sebeba pêkhatibna civînê û ev kiryar hat şermezarkirin.

 

Serepeyv