Tîrmeh 24, 2023 09:01 Asia/Tehran
  • Tekeziya Wezîrên Karên Derve yên Îrqan û Tirkiyê ser pêwîstiya lidarxiostina civîna awarte ya wezîrên derve yên Welatên Îslamî

Wezîrên Karên Derve yên Îrqan û Tirkiyê di gotûbêja telefonî da tevî şermezarkirina tund a bêrêziya li Qurana Pîroz li Swêd û Danîmarkayê, derbarê mijarên herî girîng ên eleqedar navbera du welatan di warên dualî, navçeyî û navneteweyî da şêwirîn.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî sipasiya ji Tirkiyê ji ber helwêstên vî welatî derheq şermezarkirina bêrêzîya li Qurana Pîroz, pêşniyaz kir ku civîna awarte ya Wezîrên Karên Derve yên Welatên Îslamî di dema herî zû da were lidarxistin.

Emîr-Ebdullahiyan peywendiyên du welatan dostane, birayane û stratejîk zanî û tevî vexwendina hevpêşeyê xwe yê tirkiyeyî ji bo serdana bo Tehranê, qala amadetiya Îranê ji bo lidarxistina Komîsyona Hevpar a Aborî ya du welatan li Tehranê kir.

Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê jî tevî şermezarkirina bêrêzîya dubare li Qurana Pîroz, ji pêşniyaza Emîr-Ebdullahiyan ji bo lidarxistina civîna awarte ya Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî pêşwazî kir.

Serepeyv