Tîrmeh 02, 2023 08:42 Asia/Tehran
  • Derdora miliyarek dolar kelûpel ji Derbasgeha Sînorî ya Başmaqa Merîwanê hat tranzîtkirin

Alîkarê Karûbarên Bazirganî û Geşepêdana Ticaretê yê Rêveberiya Giştî ya Pêşe, Maden û Ticaretê ya Parêzgeha Kurdistanê qala tranzîta bayê miliyarek dolar kelûpel ji D kir.

Taha Semî'î Alîkarê Karûbarên Bazirganî û Geşepêdana Ticaretê yê Rêveberiya Giştî ya Pêşe, Maden û Ticaretê ya Parêzgeha Kurdistanê go0t: Zêdetirî 987 miliyon dolar tranzîta kelûpelan ji derbasgehêîn vê prêzgehê di sêmehiya destpêkê ya sala 1402an da pêk hatiye.

Wî got: Pirraniya kelûpelên tranzîkirî pêkhatî ji cûreyên ardû û madeyên madenî yên berhemhatî ji wan, bermahîyên kartûnan, bermahiyên mîs, teker û kelûpelên deng û dîmen in.

Alîkarê Karûbarên Bazirganî û Geşepêdana Ticaretê yê Rêveberiya Giştî ya Pêşe, Maden û Ticaretê ya Parêzgeha Kurdistanê tevî amajeya bi vêya ku welatên armanc ji bo hinardekirina ji vê parêzgehê Iraq, Tirkiye, Sûriye û Hind in, got: Di vê heyamê da 72 miliyon û 102 hezar û 477 dolar kelûpel jî ji derbasgehên parêzgehê hatine îdxalkirin.

 

Serepeyv