Hezîran 27, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî:

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya Kongreya mezin a Hecê tekez kir: Yekîtî û Manewiyet di vê qonaxa demê da zêdetir ji ber li ber xetera dijminatî û astengîderxistina istikbar û siyonîzmê ye.

Li gorî rapoera Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê peyamê da tevî amajeya bi vêya ku şerta pêwîst ji bo bandorjkirina cîhanî ya hecê, têgihîştin û naskirina durist a Umeta Îslamê ji xitaba vejîne a vê erka pirr remz û raz li ser bingeha du hêmanên Yekîtî û Manewiyetê ye, got: Amerîka û cemserên din ên desthilata istikbarî li bi giranî dijî yekîtiya misilmanan, liyevgihîştina milet û welat û dewletên misilman û dîndarî û şerîeta nifşa ciwan a van miletan in û bi her awayî dixwazin li dijî wê yekê rawestin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî yekîtiya Umeta Îslamê bi wateya gotûbêj, têkiliya fikrî û pratîkî, lihevzêdebûn û nêzikbûna alîgiriyan û hevkarî û peywendiya aborî ya welatên îslamî zanî û got: Aliyê din ê vê yekîtiyê, gotûbêja zanayên mezhebên îslamî li ser bingeha niyeta baş û însaf û hevpejirandin û têkiliya nêzik navbera bijareyên welatên misilman e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî derbarê yekîtiyê ev yek jî bi bîr xist ku pêşengên siyasî û çandî yên welatên îslamî divê hevaheng digel hevûdu xwe ji bo şert û mercên pergala cîhanî ya li pêşber amade bikin da ku Umeta Îslamî cîgeha şayanî xwe peyda bike û tecrubeya tehl a mihendisiya siyasî û welatan piştî Şerê Cîhanî yê Yekem dubare nebe.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Manewiyet ku hêmneke din a bandorkirina banga cîhanî ya hecê ye bi wateya xurtkirina exlaqa dînî û sekinîna li hemberî leylana Exlaqa bêyî dîn a welatên rojavayî zanî û got: Leylan û efsûna Exlaqa bêyî dîndariyê ku demeke dirêj ji aliyê çavkaniyên fikrî yên rojavayî va digat rewacdan, serê axir heman ev têkçûna bêberbend a exlaqî li cîhana rojava ye ku hemî li cîhanê wê yekê dibînin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tekez kir: Erka me hemîyan û hemî milet û dewletên me, rawestana li hemberî vê nexşeya qirêj a amerîkî û siyonîstî ye.

 

Serepeyv