Gotûbêja Wezîrên karên Derve yên Swêd û Îranê derbarê berfrehkirina têkiliyên Ustukhulm- Têhranê
Hezîran 22, 2023 08:06 Asia/Tehran
Wezîrên karên Derve yên Îran û Swedê di gotûbêjeke telefonî de ser pêwîstiya berfirehkirina zêdetir a têkiliyên her du welêtan teqez kirin.
Di gotûbêjeke telefonî de, Tobyas Bîlstrom û Emîr Ebdulahiyan dawîn rewşa têkiliyên dualî, alûgurên navçeyê û mijarên li gor elaqetên her du aliyan hatin hilkolandin.
Hilkolandina hevkariyên konsûlî ji mêhwerên din ên vê gotûbêjê bû.
Gotûbêja Wezîrên Karên Derve yên Swed û Îranê di halekî de ye ku Huseyn Emîr Ebdulahiyan di rêze seferên xwe ya welatên navçeyê, niha li Îmaratê ye.
Emîr Ebdulahiyan vê sibê di çaremîn û dawîn meqseda sefera xwe ya navçeyê ya welatên derdora Kevndava Farsê, bi pêşewzaiya Xelîfe Şahîn El-Merer, Wezîrê Rawêjkar ê Îmaratê gihêşt balefirgeha Ebûzebiyê.