Hezîran 16, 2023 09:34 Asia/Tehran
  • Berfirehkirina hevkariyên dualî û navneteweyî mêhwera  rawêjkariyên Reyîsî li Kûbayê

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewama warêjkariyên li Emerîkaya latîn, bi serokkomar û kesayetioyên bi nav û deng ên Kûbayê re li Hawanayê hevdîtin pêk anî û derbarê mijarên dualî û navneteweyî gotûbêj kir.

 

 Îranê ji dema serketina Şoreşa Îslamî ve heta niha, bi hinek welatlên navçeya Emerîkaya Latîn yên mîna Nîkaragoê, Kûba, Vênzeula û Bolîwiyê  re ku pêşnîyeke dom û diêj di warê rawestana li ber empêryalîzm û îstikbara cîhanî bi serkirdetiya Emerîkayê hene, peywendiyên baş  destpê kiriye.

Di salên derbasbûyî de, peywendiyn Îran û welatên pêketî yên Emerîkaya latîn  her tim ber bi pêş bûne û ev peywendî di warên siyasî aborî, ticarî, pêşeyî, enerjî, pizîkî û warên din ber bi pêş bûne.

Lewma seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara îslamî ya Îranê roja duşemiyê bona berfirehkirina hevkariyên dualî û navneteweyî bi şandekê re sefera Welatên Emerîkaya latîn ji wan Venzeula, Nîkaragoê û Kûbayê kir.

 Kûba dawîn meqseda sefera Reyîsî ya Emerîkaya latîn bû.

 Mîgêl Diyaz kanêl, Serokkomarê Kûbayê duh pêncşemiyê li koşka Inqilabê ya bajarê Hawanayê, bi fermi pêşewazî ji Seyd Îbrahîm Reyîsî kir.

 Serokkomarên Îran û Kûbayê piştî merasima pêşewzaiyê, di civînekê de derbarê mijarên dualî û navneteweyî gotûbêj kirin.

 Her wiha duh pêncşemiyê jî rayeadrên pilebilind ên Îran û Kûbayê ,piştî merasima pêşewaziya fermi ji serokê Komara îÎlamî ya Îranê, 6 belgeyên hevkariyê wajo kirin.

 Ev belgeyên hevkariyê di warên dadwerî, hevkariyên tam û tekûz ên siaysî, têkiliyên gumrukî û hevkariya di ware ITyê bûye ku ji aliyê rayeadrên pilebilind ên Îran û Kûbayê va hatin wajokirin.

 Reyîsî bal kişand  ser vê yekê ku peywendiyên Îran û Kûbayê ji destpka serketina şoreşa îslamî va guherîn û got: Glê Îranê li himber hemî komployan sekiniye û tevî boykot û zext û zorên berfireh di riya pêşketinê de berdewam  bûye û boykotên Emerîkayê işkest dane.

 Mîgêl Diyaz kanêl, Serokkomarê Kûbayê jî di vê civînê de bal kişand  ser sefera navçêya Reyîsî ya Emerîkaya latîn û got:

 Vênêzeula, Nîkaragûê û Kûba tev Îran ji van welatan in ku bi berxwedana  xwe ya qehremanane li himber destdirêjî û destêwerdanên empiyalîzmê rawestan û ev sefera nîşana hevgirtina di navbera van welatan e ku  dixwezin rêbazekek jiyanê ya serbixwe hebin.

 Her wiha  Serokê Komara îslamî ya Îranê di civîna hevpar a bazirganên îran û Kûbayê raberkirina planeke nû ya hevkariya aborî ya kûba û îranê di warên nanteknolojî û Bayoteknolojiyê û beşên hêzgeh û amdena  pêwîst da aznîn.

 Serokê Komaar îslamî ya îranê piştî sefera welatên Emerîkaya Latîn ji hawanaya paytexta Kûbayê vegerya Têhranê.

 

Serepeyv