Reyîsî gihêşt Hawanaya paytexta Kûbayê
Seyd Îbrahîm Reyîsî, di sêwemîn roja sefera xwe ya pênc rojî, ya Emerîkaya Latîn, piştî sefera Venzeula û Nîkaragoê vê sibê li gor dema Têhranê gihêşt Hawanayê. Kûba dawîn meqseda sefera dewreyê ya pênc rojî ya Reyîsî ya vê navçeyê ye.
Seyd Îbrahîm Reyîsî vê sibê li gor dema Têhranê gihêşt Kûbaya welatê Fîdêl Kastêro û Çêguwara û dema gihêşt balefirgeha navneteweyî ya vî welatî, ji aliyê rayedarên vî welatî va hat pêşewazîkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê siba duşemiyê hevrê di gel şandekek siyasî û aborî bi merema xurtkirina peywendiyan tev welatên dost, berê xwe da welatên Venzeula, Nîkaragoê û Kûbayê li Emerîkaya Latîn ku Karakas yekim meqseda sefera pênc rojî ya ayetullah Reyîsî bû.
Niha Kûba meqseda panzdan a sefera Serokê Komara îslamî ya Îranê û dawiya beşa ewilî ya sefera dewreyê ya navçeya Emerkaya Latîn bû.
Wezîrên karên derve , Niftê, Berevanî, Tendrustî û alîkarê siyasî yê nivîsgeha serokkomar di vê seferê de hevrêtiya serokkomar dikin.