Hezîran 14, 2023 19:03 Asia/Tehran
  • Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê serdana Qeterê kir

Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê bi armanca zêdekirina hevkariyên diravî û bankî serdana Qeterê kir.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Muhemdreza Ferzîn Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê di çarçova dîplomasiya navçeyî ya hikûmeta Îranê û dewam û xurtkirina hevkarî û şêwirînên diravî û bankî û aborî digel welatên cînar îro Çarşemî derbasî Dûhaya paytexta Qeterê bû.

Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê di vê serdanê da biryar e digel rayedarên bankî yên Qeterê derbarê xurtkirina peywendiyên dualî û çendalî gotûbêj bike.

 

Serepeyv