Hezîran 11, 2023 16:02 Asia/Tehran
  • Tekeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ser xwecihîbûna Pêşeya Navokî

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ser xwecîbûna pêşeya gelekî girîng a navokî tekez kir.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Yekşemî) di hevdîtina digel zanyar, pispor, karzan û berpirsên Pêşeya Navokî ya welêt da tevî tekeziya ser hewldana giştalî ji bo hestkirina bandora pêşketinên navokî di jiyana gel da, got: Xwecîbûna pêşeya gelekî girîng a navokî nîşana şikesta welatên rojavayî û biçûkbûna alîgirên wan e dixwestin gel tehqîr bikin û morala kar û hêviyê li welêt lawaz bikin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îdiaya Welatên Rojavayî derbarê "Tirsa ji berhemanîna çeka navokî li Îranê" derew zanî û got: ew bixwe dizanin ku em li dû çeka navokî nînin; hema wisa ku civaka istixbaratî ya Amerîkayê çend caran ji wan di mehên dawî da li vê rastiyê mukir hatiye ku ti nîşaneyek ji hereketa Îranê ber bi çêkirina çeka navokî va tineye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî berhemanîna çeka tevkujane (çi navokî û çi kîmyewî) li dijî Îslamê zanî û got: Eger ev bingeha îslamî nebûya û me vîn û îradeya berhemanîna çeka navokî hebûya, me yê ev kar bikira û dijmin jî dizanin ku wan ê nekarîba pêşiya me bigirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî "Dijayetiya li hemberî pêşektina gelê Îranê" wek hegera sereke ya astengîderxistina dijminan ser rêya Pêşeya Navokî zanî û got: Ev pêşe kilîda pêşketina berbiçav a welat û gel di beşên cûrbicûr da ye; tevî ku dijmin ji mînakgirtina rê û hizra pêşketinsaz a gelê Îranê ji aliyê gelên din va ditirse.

Wî di dewamê da got: Aliyên navokî û Ajansê di van salan da gelek soz dan ku bi cih nehatin û em tê gihîştin ku divê baweriya xwe bi kê û li ku bînin an neyînin ku têgihîştina vê mijarê ji bo miletekî gelekî girîng e; hema wisa ku ji ber berçavnegirtina vê meseleyê, di gellek cihan da derbe li me ket.

Hezretê Auyetullah xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xebata li ser îcadkriina hêzgehên bi kapasîteya kêm û nasyar li cîhanê pêwîst zanî û got: Welêt di beşên cûrbicûr da hewcetî van cûre hêzgehan heye.

Wî tevî tekeziya ser vêya ku bila Rêxistina Enerjiya Atomê  xwe nexe bin barê îdiayên berovajî rastiyê û xwestekên zorbêjane yên aliyên hember, got: Ne daxwazên zorbêjane bipejirînin û ne jî îdiayên carcarî û berovajî rastiyê ku wek mînak we filan demê filan kar kiriye.

Serepeyv