Hezîran 09, 2023 18:27 Asia/Tehran
  • Edmîral 'Îranî': Papûra Dêna'yê alaya îqtidara Îranê li cîhanê hejand

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ji bo bicihanîna memûriyeta mezin a Papûra Dênayê hemî potensiyelên navxweyî hatin bikaranîn û alaya îqtidara nîzam, înqilab û Komara Îslamî li warê cîhanî hat hejandin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Emîr Edmîral Şehram Îranî Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Înîyê li xutbeyên Nimêja Înîyê li tirba Îmam Reza (S) li Meşhedê got:

Memûriyeta serkeftî ya Papûra Dênayê li nav oqyanûsan, xelata xortên îranî bo gelê navçeyê bû û şanaziya Komara Îslamî ye ku ewlehîya deryagerriyê li nav avên navneteweyî û dûrahiya jeopolîtîkî û stratejîk a nîzamê li nav deryayan bi hezaran kîlomitrî hat cîbecîkirin.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza Deryayî ya Komara Îslamî ya Îranê bo cara yekem bi sûdwergirtina ji şiyana navxweyî û bi îzna Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ev memûriyeta dijwar li nav oqyanûsan bi cih anî û dijmin matmayî kirin.

 

Serepeyv