Hezîran 05, 2023 15:41 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniyê ya Îranê dikare hemî amûrên locêstîk ên hêzên çekdar berhem bîne

 Wezîrê Berevaniyê yê Hêzên Çekdar ên Komara îslamî ya Îranê teqez kir Wezareta Berevaniyê ya Îranê yê bikaribe her cure kelûpelên ku hêzên çekdar pêwîtî pê hebin,  berhem bîne.

Emîr Muhemed Riza Aştiyanî, di hevpeyvnekê de derbarê pergalbûna beşa sînorparêziyê bi kelûpelên nûjen got:

 Wezareta Berevaniyê dikare her cure berhemên ku Hêzên çekdar pêwîstî pê hebin amade bike û bide ber destê wan.

 Emîr Atiyanî her wiha got: Hêzên çekdar ên Komara îslamî ya Îranê bi  kelûeplên herî dawîn û pêşketî ku bikaribin li himber gefên sînorî rawestin, pergal bûye.

Wezîrê Berevaniyê yê Hêzên Çekdar ên Komara îslamî ya Îranê her wiha got: Me sînorên dom û dirêj hene û renge hin caran hin beşên welatên himberê me aramî û ewlehiya pêwêst tinebin û nekaribin  li himber komên ku li welatên wan xebatê dikin, rawestin

 Wezîrê Berevaniyê yê Hêzên Çekdar ên Komara îslamî ya Îranê teqez kir: Hêzên sînorparzê ên Îranê  bi qawet û bi hejmoiya xwe di halê parastian sînoran in.

 

 

 

 

 

Serepeyv