May 30, 2023 19:19 Asia/Tehran
  • Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê berê xwe da Waşîngtonê

Muhemedreza Ferzîn Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê berê xwe da Amerîkayê.

Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja digel rayedarên Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv berê xwe da Waşîngtonê.

Li gorî rapora IRNA'yê, Muhemedreza Ferzîn Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê hevrê digel Alîkarê Karûbarên Navneteweyî yê vê bankê çûn Amerîkayê.

Komara Îslamî ya Îranê niha endama Desteya Rêveberiyê ya Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv e.

Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv vê dawiyê bi weşandina raporekê li malpera daneyên xwe yên amarî tevî amajeya bi zêdebûna 141 miliyar dolarî ya berhemanîna nesafî ya hundirîn a Îranê di sala 2022an da, abora Îranê di vê salê da wek abora herî mezin a 22an li cîhanê da nasandin.

 

Serepeyv