May 21, 2023 17:49 Asia/Tehran
  • Kenanî tevî şermezarkirina êrîşa terorîstî li Serawanê: Bila rayedarên Pakistanê ji bo xurtkirina ewlehiya sînoran tê bikoşin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina êrîşa terorîstî li Serawanê, tekez kir: Me çaverêtî ji rayedarên Pakistanê heye herî zû lihevkirinnameyên du welatan ji bo serkutkirina komên terorîstî bi cih bînin.

Li dû êrîşa terorîstî li sînorê "Merze Ser"ê li navçeya Serawanê ku di encamê da pênc sînorparêzên dilêr û bixîret ên îranî şehîd bûn, Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê ev êrîşa hovane ya terorîstî bi tundî şermezar kir.

Di encama êrîşa koma terorîstî ya Ceyşulzilmê li ser qereqûla sînorî ya Mek Sûxte'yê ya şaristana Serawanê da 5 kes ji hêzên henga sînorî ya vê şaristanê şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Pêkanîna vê kiryara terorîstî ji aliyê komên şerxwaz û terorîst piştî beşdariya desteya payebilind a pakistanî bi serokatiya Şehbaz Şerîf Serokwezîrê Pakistanê di merasima vekirina projeyên Bazarçeya hevpar a sînorî û veguhestina ceryanê hevrê digel Seyid Îbrahîm reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê li derbasgeha sînorî ya Pîşînê, kiryareke bi armanc li dijî ewlehî û berjwendiyên du welatan e.

Serepeyv