May 20, 2023 21:18 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiya Fermandeyê mezin ê Gişt Hêzan li pey vegeriyana mêrxasên Kompapûra 86an bo Îranê

Fermandeyê mezin ê Gişt Hêzan di peyamekê da pesna serkeftina mezin a Kompapûra 86an a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di deryagerriya li dora topa Erdê da.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî, Di peyama Hezretê Ayetullah Xamineyî Fermandeyê mezin ê Gişt Hêzan da hatiye:

"Ez deryagerriya mezin û serkeftî li mêrxasên Kompapûra 86an a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê pîroz dikim. Delalino! Hûn bi xêr hatin bo malê; Serkeftî bin."

Kompapûra 86an a Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê piştî 8 mehan deryagerriyê û derbaskirina zêdetirî 65 hezar kîlomitr rêya deryayî li dora topa Erdê, îro (Şemî) li Bender Ebbasê lenger avêt.

 

Serepeyv