May 20, 2023 19:19 Asia/Tehran
  • Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî papûra amerîkî ya 'Paul Hamilton'ê da ber şopandinê

Fermandeyê Navçeya Yekem a Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî qala şopandina papûra amerîkî ya bi navê 'Paul Hamilton'ê li Tengava Hormuzê kir.

Li gorî rapora Fars News'ê, Serdar sertîp Ebas Xulamşahî Fermandeyê Navçeya Yekem a Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Duh berêvarê dema drketina papûra amerîkî ya Paul Hamilton'ê ku li ser îdiaya wan hilgirê sê fermandeyên payebilind ên hêzên deryayî yên Amerîka, Inglîz û Fransayê bû, ji aliyê xwefirrên naskirinê û qayîqên geştê yên tîpa Zolfeqarê ya navçeya yekem a Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî va bi baldarî hat şopandin.

Hêjayî gotinê ye, demek beriya niha jî jêrderyayî ya navokî ya Amerîkayê ku bi skorta tam nêzikî Tengava Hormuzê dibû, ji aliyê jêrderyayîya tevav îranî û xwecihî  ya Fatih'ê va hat şopandin û naskirin.

 

Serepeyv