May 07, 2023 15:19 Asia/Tehran
  • Hinardekirina bo Iraqê ji derbasgeha Perwîzxanê zêde bûye

Rêveberê Giştî yê Gumrika Perwîzxanê li şaristana Qesra Şêrînê ya parêzgeha Kirmaşanê li rojavayê Îranê got: Di Adar û Nîsana îsal da 90 miliyon dolar kelûpel bi giraniya 220 hezar tonî ji vê derbasgeha fermî bo Iraqê hat hinardekirin.

Qasim Mutellibî Rêveberê Giştî yê Gumrika Perwîzxanê her wiha got: Asta hinardekirina kelûpelan ji vê derbasgeha fermî ji destpêka Adarê heta dawiya Nîsana îsal anegorî vê heyamê sala par da bi giştî ji hêla biha va sedî 5 û ji hêla giraniyê va sedî 4 zêde bûye û pirraniya kelûpelên hinardekirî bi rêlya derbasgeha fermî ya Perwîzxanê bo Iraqê mêwe û sebze, şîremenî, keyk û kilûçe, berhemên filizî, berhemên plastîk, kevir, kaşî û pêdiviyên çêkirina avahiyan bûn.

Rêveberê Giştî yê Gumrika Perwîzxanê got: Berhemên îdxalkirî jî bermahiyên alûmînyûm û plastîk in.

Derbasgeha sînorî ya Perwîzxan cemsera aborî ya rojavayê Îranê û ji sînorên çalak e û sedî 45 ji hinardekirina kelûpelên ne-niftî yên Îranê bo Iraqê bi vê rêyê pêk tê.

Pirraniya kelûpelên hinardekirî ji derbasgeha fermî ya Perwîzxanê ya Qesra Şêrînê digel navçeyên kurdnişîn ên Iraqê nemaze bajarên Kelar, Silêmanî, Mûsil, xaneqîn û Kerkûkê li başa navendî ya vî welatî pêk tê.

 

Serepeyv