Nîsan 29, 2023 15:48 Asia/Tehran
  • Îran di rêza heft welatên herîpêş ên cîhanê di warê cotkariyê de

Cîgirê Wezîrê Cotkariyê yê Îranê got: Îran tevî ku ketiye cuxrafiyayeke dijwar û çiyayî, lê di warê cotkariyê de di rêza heft welatên herîpêş ên cîhanê de cih digre.

 

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Şahpûr Elayî Muqedem, Cîgirê Wezîrê Cotkariyê yê Îranê her wiha got: Li gor amara Saziya Xwarek û Cotkariyê ya NY, FAOyê, Îran di rêza heft welatên sereke yên berhemhênerê hilberînên cotkariyê li cîhanê ye û tevî ku ketiye cuxrafiyayeke dijwar û çiyayî, lê bo hilberandina 22 hilberînan pileya ewil heta 10ê heye.

Şahpûr Elayî Muqedem bal kişand ser vê yekê ku baştirkirina kualîteya avdaniyê di destûrkara beşa cotkariyê de ye û destnîşan kir: Cotkarî karekî zehmet û dijwar e, ji ber ku girîdayî ye bi guhertinên av û hewa û hawêrdorê.

 

 

Serepeyv