Nîsan 22, 2023 17:05 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanîyê yê Îranê: Çêkirin û radestkirina xwefirran bo hêzên çekdar dê were domandin

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir ku çêkirin û radestkirina xwefirran bo hêzên çekdar dê were domandin û em li gorî planan radestkirina alavan bo hêzên çekdar dişopînin.

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê Emîr- ‘Mihemedriza Aştîyanî’ derbara xwefirrên ku vê wezaretê çê kirine da got: Xwefirr roleke girîng li medyana şêrr dilîze û Wezareta Berevanîyê ev wara ji xwe ra kir ewlewîyet û çêkirina xwefirrên curbicur xistîye di destûrkara xwe da.

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Çêkirin û radestkirina xwefirran bo hêzên çekdar dê were domandin û em li gorî planan radestkirina xwefirr, mûşek û alavên din ên istratejîk bo hêzên çekdar û hêzên parêzvanê ewlehîya hundurîn dişopînin.

 

Serepeyv