Nîsan 20, 2023 17:12 Asia/Tehran
  • Îslamî: Muzakireyên Îranê û IAEA’yê pêşda diçin

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Muzakireyên Îranê û Ajansa NavNeteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) pêşda diçin.

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Komara Îslamî ya Îranê ‘Muhemed Îslamî’ îro pêgirî kir: Muzakireyên Îranê û Ajansa NavNeteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) pêşda diçin û desteyên pisporan û yên teknîkî di hatin û çûyîn û têkilîyê da ne.

Îslamî herwiah got: Nika 67 radyoderman li 210 navendên pizişkî û nexweşxanên seranserî welêt tên parvekirin û eva karayî û potansîyelek e ku ji bo pirrcûrkirina di beşa pêderxistin û dermankirinê da kar dikin.

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê herwiha got: Îsal em dê 2 cure radyodermanên nû ji qonaxa ceribandina bandordanînê derbas bikin û vê gavê hemî radyoderman di hundurê welêt da tên berhemanîn.

 

Serepeyv