Nîsan 20, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Hêza Deryayî ya Îranê hişyarî da Keştiya Binavî ya Atomî ya Amerîkayê li Tengava Hormizê

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hin hûrgiliyên hişyariya vê hêzê bo keştiyeke binavî ya amerîkî li Tengava Hormizê şirove kirin.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Emîr edmîral ‘Şehram Îranî’ Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê derbarê naskirin û hişyarkirina vê keştiya binavî ya amerîkî, got: Ev keştiya binavî di bêdengiya tam da û li bin avê nêzikî Tengava Hormizê dibû ku ji aliyê keştiya binavî ya tevav-îranî û xwecihî ya Fatih’ê va hat naskirin.

Jêrderyayîya Fatih’ê ev jêderyayîya amerîkî bi manovrên xwe yên li hawîrdora wê neçar kir ku were asta avê û rêya Tengava Hormizê li asta avê derbas bike.

Edmîral Îranî got: Jêderyayîya amerîkî heta radeyekê nêzikî avên Îranê bûbû; loma hişyariyên pêwîst jê ra hatin şandin û hevrê digel skortekê rêgeha xwe guhert.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di beşeke din a axaftina xwe da got: Jêderyayîya amerîkî bi hemî alavên xwe yên biroj hewl da ku bêdeng ji Tengava Hormizê derbas bibe, lê jêderyayîya Fatih’ê ew nas kir.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Amerîkî divê şirove bikin bê ka çima di avrêyeke deryayî ya girîng da rêzik binpê kirine û hişyariya vê dawiyê ya Hêza Deryayî ya Îranê bo Amerîkayê ev e ku divê ji niha û pê va pabendî gişt rêzikên navneteweyî bin.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Jêderyayîya amerîkî ku ji Tengava Hormizê derbas bû, jêderyayîyeke atomî ya nûjen bi navê “Florîda” bû.

 

Serepeyv