Nîsan 18, 2023 15:55 Asia/Tehran
  • Edmîral ‘Îranî’ bertek nîşanî tevgerên keştiyên şêrr ên amerîkî li navçeyê da

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêzên çekdar ên Îranê hay ji liv û tevgerên keştiyên şêrr ên amerîkî li Rojavayê Asyayê hene.

Li gorî rapora ISNA’yê, Emîr edmîral ‘Şehram Îranî’ Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li rex rêûrisma meşa leşkerî ya taybetî Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Îro rojê eger diziya deryayî li navçeyê zêde bûye, ji ber hebûna bêhincet a Amerîkayê li navçeyê ye û piştevaniya wan ji dizên deryayî navçe aloz kiriye.

Edmîral Îranî bi gotina vêya ku Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di warê deryayê da kariye ewlehiya sedî sed li navçeyê dabîn bike, got: Hebûna hêzên derveyî navçeyê li Rojavayê Asyayê divê kêm bibe.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Çek û rextên di destê Artêşa Îran da ji telnolojiya herî bilind sûd werdigirin ku wateya wê asta zanistî û asta herî bilind a pêşeya welêt e.

 

Serepeyv