Nîsan 17, 2023 18:43 Asia/Tehran
  • Îran, rewşê bo pergala nû li Rojavayê Asyayê xweş dike

Cîgirê Serokê Komîsyona Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser guherîna nêrîna hineke welatên hevpeymanê Amerîkayê derbarê Têhranê de û got: Îran, rewşê bo pergala nû li Rojavayê Asyayê xweş dike.

‘Ebas Muqtedayî’ got ku bê şik îro rojê hemî karzan û siyasetvan dibêjin ku Têhran mêhwera ewlehî û aramiya li parezemîna Asyayê, navçeyên derdora Xezerê û Kendava Farsê ye.

Wî got: Îran di warên curbicur ên siyasî, aborî, hêza bergiriyê û qaweta navxweyî di asteke baş de ye ku bûye sedem hinek zemîne pêk bên ku tu saziyeke navneteweyî nikarbe rola kêrhatî ya Îranê di têkiliyên navneteweyî haşa bike.

Cîgirê Serokê Komîsyona Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê her wiha got piraniya welatên navçeyê û derveyî navçeyê gihêştine vê encamê ku qaweta navxweyî ya Komara Îslamî ya Îranê dikare palpiştiyeke baş bo hevkariya hevpar were hesabê.

 

Serepeyv