Nîsan 17, 2023 18:39 Asia/Tehran
  • Balyozxaneyên Îran û Erebistanê dê heta 9ê Gulanê werin vekirin

Rêveberê Giştî yê Kendava Farsê li Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku heta 9ê Gulanê yê balyzoxaneyên Îran û Erebistanê bên vekirin.

‘Elîriza Inayetî’, Rêveberê Giştî yê Kendava Farsê li Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Li gor rêketinê biryar e heta 9ê Gulana 2023’an balyozxaneyên Îran û Erebistanê bên vekirin û her wiha Wezîrên Karên Derve yên her du welatan di vê navberê de hevdîtin pêk bînin.

Inayetî bal kişand ser serdana şanda Seûdî ya Têhranê û got: Vê şandê seredana balyozxaneya xwe li Têhranê kir û roja Înîyê jî berê xwe da Meşhedê û seredana serkonsûlgeriya xwe li vî bajarî kir.

 Rêveberê Giştî yê Kendava Farsê li Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ev şanda seûdî yê vegere Riyazê û pişt re jî şandeke din a Erebistana Seûdî bo çawaniya vekirina balyozxane û serkonsûlxaneya Erebistanê yê serdana Îranê bike.

 

Serepeyv