18ê Nîsanê Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê | Peyama Fermandeyê Giştî yê Sipahê
Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di peyamekê da bi boneya Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Artêş û Sipah bi hevkariya hevûdu di bereya herî pêşîn a parastina ewlehî û yekparçetiya axa Îrana ezîz û parastina Înqilab û nîzama îslamî, dê hema wisa dijminan bêhêvî bikin.
Roja 18ê Nîsanê, hevdem digel 29ê Meha Ferwerdînê ya Koça Hetawî, Roja Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û rêzgirtina li têkoşîn û mêrxasiyên dilawerên Hêza Bejahî ya Artêşê ye.
Serdar serleşkerê pasdar 'Hisên Selamî' Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di peyama xwe da tekez kir: Fikr û xeyala gefan ji aliyê dijminên qirêj û şerxwaz li dijî Îrana îslamî bêdawî ne û li hemberî wê yekê hişmendî, hişyarî, hevahengî û yekparçetiya hêzên çekdar û saziyên ewlehî û istixbaratî yên welêt bi hevkariya hevûdu, tevî têkdana hesabên wan, stratejî û siyasetên dije-îranî yên pergala serdestîxwaz û siyonîsmê tûşî kêşeyê anîne.
Di peyama Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da hatiye, Artêş û Sipah dê hema wisa di bereya herî pêşîn a parastina înqilab û nirxên dînî, înqilabî û neteweyî bi ser kevin û dijminên sondxwarî yên vî welatê pîroz bêhêvî bikin.