Nîsan 17, 2023 14:50 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi boneya Roja Neteweyî ya Sûriyê peyama pîrozbahiyê şand

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê da Roja Neteweyî ya Sûriyê li serokkomar û gelê vî welatî pîroz kir.

17ê Nîsanê salroja serxwebûna Sûriyê ji bin piştevaniya Fransayê û derketina leşkerê herî dawî yê fransî ji axa Sûriyê ye.

Seyid Îbrahîm reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê da tevî pîrozkirina Roja Neteweyî ya Sûriyê li Bişar Esed Serokkomarû  gelê Sûriyê, nivîsî; Piştî bi salan hevkariya rasteqîn û berxwedana dîroksaz, pergala cîhanî û navçeyî li ser xêra gelê azade û serbixwe ava dibe.

Reyîsî hêvîdarî kir, bi saya alîkariya rayedaran û bikaranîna derfet û şiyanên heyî, pêşketin û xurtbûna peywendiyan di hemî waran da û ji bo pêkhatina armancên bilin dên du welatan û aştî û aramiyê li navçeyê pêk were.

 

Serepeyv