Nîsan 13, 2023 15:52 Asia/Tehran
  • Panelên tavê yên setlaytan li Îsfehanê tên çêkirin

Lêkolîngeha Made û Enerjiyê ya Îsfehanê karî pûanela tavê bi karayîya bilind bi mebesta dabînkirina eberjiya parçeyên hundirîn ên setlaytan berhem bîne.

Rêyeke herî nasyar ji bo dabînkirina enerjiya parçeyên hundirîn ên setlaytan, bikaranîna panelên pergalkirî bi hucreyên tavê ye ku li gorî sînordariya atmosfer û giraniya li setlaytan, karayîya bilind a hucreyekê wek serpişkî tê hesibandin.

Li panela tavê ya Lêkolîngeha Made û Enerjiyê ya Îsfehanê ji bo zêdekirina karayîya hucreyên wê, hucreyên Galyûm Arsenayd (Gallium arsenide) bi mebesta dabînkirina enerjiya setlaytên nû hatine bikaranîn.

Lêkolîngeha Made û Enerjiyê ya Îsfehanê di mijarên cûrbicûr ên berhemênerên enerjiyê, materyal û alyajên nûjen, elemanên kontrolkirina tînê, spektroskopî û alavên mîkro-elektronîk da çalak e.

Pişk û parçeyên panelê hûrgiliyên teknîkî yên ji piştrastbûyî ji aliyê Standard Fezayî ya Ewropayê (ECSS) dabîn dike.

Rûveka berxwedêr li hemberî tîrêjên fezayî, girêdanên elektrîkî, diyodên parêzvan û kanektorên girêdana panelê ji qabiliyetên panela tavê ya Lêkolîngeha Made û Enerjiyê ya Îsfehanê ne.

 

Serepeyv