Nîsan 11, 2023 18:02 Asia/Tehran
  • Balafira xwecî ya ‘‘Îran 140’’ ji bo firrînê amade ye

Serokê Saziya Geştên Esmanî ya Îranê ragihand ku balafira xwecî ya ‘‘Îran 140’’ ji bo firrînê hat ceribandin.

Cîgirê Serokê Beşa Zanist û Teknolojiyê ya serokomartiya Îranê, sala buhurî ragihand projeya amadekirina balafira 52 kesî ya ‘‘Îran140’’ bi motora cêtê û bi bikarabnîna hemî binesaziyên heyî li konsêrsyûmeka pêkhatî ji Wezaretên Çêkirina Rê û Bajêran û Berevaniyê û kompaniyên zanistbingeh ku bi piştgîriya beşa Zanist û Teknolojiyê ya serokomartiyê pêk hatiye, didome.

Mihemed Mihemedî- Bexş, Serokê Saziya Geştên Esmanî ya Îranê di hevpeyvîna digel ISNA’yê di bersiva vê pirsê da ku gelo balafirra ‘‘Îran 140’’ wisan ku soz hatibû dayîn, par hat firrandin? got, çêkirina balafira ‘‘Îran140’’ par dest pê kir, rapora Wezareta Berevaniyê jî nîşan dide ku di çêkirina vê balafirê de pêşketineka baş hebûye û ji bo firrînê amade ye.

Cîgirê Serokê Beşa Zanist û Teknolojiyê ya serokomartiya Îranê herwiha li bara pêvajoya çêkirina balafira xwecî ya li welêt got, komîteyeka hevpar ligel komên zanistbingeh û komxebatên din berpirsê çêkirin û ajotina balafira rêwîhilgir li Îranê ne.

 

Serepeyv