Nîsan 10, 2023 18:19 Asia/Tehran
  • Merasima Ehyayê ya yekim şev ji şevên bi fezîlet ên Qedrê li Îrana îslamî hat lidarxistin

Merasima Ehyayê ya yekim şev ji şevên bi fezîlet ên Qedrê li seranserî Îran Îslamî hat lidarxistin.

Gelê misilman ê Îranê di şeva nozdehan a meha bimbarek a Remezanê da nav mizgevt, tekye, huseyniye, merqerên pîroz û navendên din ên mezhebî li seranserî Îranê, bi kombûn û xwendina quranê heta berbandê, bi gotina El-Xews El-Xews, duyaya Coşen-Kebîrê û navên Xwedê anîn zimên.

 Medahên Ehli Beytê Îsmet û Teharetê (S) jî di resaya Mewlayê muteqiyan, Hezretê Elî (S) nûhe û mersiye xwendin.

 Şevên 19, 21 û 23 ên meha pîroz a Remezanê, şevên Qedrê ne û misilman bi hişyarmayîna di şevan, danîna qurana pîroz ser serê xwe û xwendina duyaya Coşen-Kebîrê, îbadet dikin.

 Şeva Qedrê şevek e ku ti şevek bi qasî wê bi fezîlet nîne û ibadeta di wê de baştir li ibadeta li hezar mehan e û tê de qeder û çarenivîsa mirovan kivş dibe.

 

Serepeyv