Nîsan 10, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Femandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bersiva gotinên Serok-erkanê Artêşa Rejîma Siyonîst da

Femandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên Serok-erkanê Artêşa Rejîma Siyonîst got: Rejîma Siyonîst di asta birojkirî ya operasyoneke serdema 8 salî ya Berevaniya Pîroz e.

Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Artêşê, Emîr serleşker Seyid Ebdurrehîm Mûsewî Femandeyê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên Serok-erkanê Artêşa Rejîma Siyonîst derbarê vê yekê ku "Îsraîl bêyî alîkariya Amerîkayê jî dikare êrîşî ser Îranê bike", got: Ev gotin ji bo xurtkirina morala leşkeran û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Rejîma Siyonîst in.

Serleşker Mûsewî got: Rejîma Siyonîst ku bixwe di rewşa noqmbûnê da ye û nîşaneyên hilweşiyana vê rejîmê jî zêdetir ji berê xuya bûne, biçûktir ji wê ye ku gefek li dijî Komara Îslamî ya Îranê bê hesab û kiryarên sûrî aqil û tevdîrê yên serkirdeyên vê rejîmê tenê pêvajoya hilweşiyana wan bileztir dikin.

Serepeyv