Nîsan 10, 2023 14:44 Asia/Tehran
  • Şeva Qedrê li Tewrêzê; Şîngêrî hevrê digel pêşkêşkirina xwînê

Gelê bajarê Tewrêzê yê navenda parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li bakurê rojavayê Îranê di yekem Şeva Qedrê ya meha pîroz a Remezanê da tevî şîngêrî û duakirinê, xwîna xwe xelat kirin.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Rêûrisma hişyarmayîna şeva nozdehem a meha Remezanê hevrê digel xwendina Duaya Cewşen-Kebîrê û hilgirtina Quranê li serê xwe bi beşdariya bicoş a gel nemaze xortan li nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) ya Tewrêzê hat lidarxistin.

Li gorî kevneşopiyekê, hevdem digel şevên Qedrê gelê seranserî Îrana Îslamî diçine navendên pêşkêşkirina xwînê da ku hewcetiya xwînê ji bo nexweşan dabîn bikin.

Gelê Tewrêzê jî tevî bicihanîna kiryarên Şeva Qedrê çûne navenda pêşkêşkirina xwînê li Nimêjgeha Îmam Xumeyn (Re) û xwîn dan.

Şevên 19, 21 û 23ê meha Remezanê Şevêîn Qedrê ne û misilman bi hişyarmayîn, hilgirtina Quranê li serî, duakirin û xwendina Duaya Cewşen-Kebîrê, digel Xwedayê xwe dikevin sohbet û raz û niyazê.

Şeva Qedrê şevek e ku di tevahiya salê da ti şevek weke wê bi şan û cîgeh nîne û pêngavrakirina tê da baştir ji pêngavrakirina di hezar mehî da ye û tê da qedera sala bê ya însên tê nivîsîn.

Berbanga 19ê Remezana sala 41ê ya Koça Hetawî Ibni Mulcemê Muradî ji Koma Xewaricê dema ku Hezretê Elî (S) nimêja sibehê dikir, şûra xwe ya jehravî li seriyê wî yê pîroz xist.

Îmam Elî (S) piştî vê derbeyê li mala xwe hat razandin û du rojan piştra yanî 21ê Remezanê şehîd bû.

 

Serepeyv