Adar 23, 2023 16:37 Asia/Tehran
  • ‘Kemal Xerrazî’ bi ‘Seyid Hesen Nesrullah’ ra hevdîtin pêk anî

Serrokê Konseya Stratejîk a Peywendiyên Derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê digel Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê hevdîtin pêk anî.

‘Seyid Kemal Xerrazî’ Serrokê Konseya Stratejîk a Peywendiyên Derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê ku di serê desteyekê da serdana Libnanê kiriye, digel ‘Seyid Hesen Nesrullah’ Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê hevdîtin pêk anî û wan derbarê alûgorên siyasî yên herî dawî li navçeyê gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA’yê, Di vê hevdîtinê da ‘Seyid Ebas Iraqçî’ û balyozê Îranê li Beyrûtê jî beşdar bûn.

Serrokê Konseya Stratejîk a Peywendiyên Derveyî ya Komara Îslamî ya Îranê beriya vêya digel rayedarên din ên libnanî ji wan ‘Nebîh Bêrrî’ Serokparlimanê vî welatî jî hevdîtin pêk anîbû.

 

Serepeyv