Adar 21, 2023 14:30 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilaba Îslamî di Peyama Newrozê da: Sala 1402an; Sala “Kontrolkirina Zamê û Geşepêdana Berhemanînê” / Abor; Meseleya sereke ya welêt e

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di peyamekê da boneya destpêbûna sala 1402an a Koça Hetwayî, tevî pîrozkirina ‘Cejna Newrozê’ li yek bi yekê gelê Îranê û hemî gelên ku rêz li Newrozê digirin, meseleya welêt a herî girîng di sala derbasbûyî da mijara abor û debara jiyana gel zanî û tevî tekeziya li ser vêya ku îsal jî abor meseleya herî sereke ya welêt e, dirûşmeya sala 1402an wek “Kontrolkirina Zamê û Geşepêdana Berhemanînê” zanî.

Li gorî rapora Ajansa IRAN Press’ê ji zarê Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di destpêka peyama xwe ya Newrozê da tevî amajeya bi hevdemiya Bihara Xwezayê digel Bihara Manewiyetê, got: “Bawerzîna manewiyetê di meha pîroz a Remezanê da hemiyan digire ber xwe û divê em dilên xwe bidin ber vê bawerzînê îlahî û xweşbêhn.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî piştra tevî venihêrîneke kurt li ser sala 1401ê, ev sal weke hemî salên piştî serkeftina Înqilaba Îslamî, hevrê digel alûgorên tehl û şêrîn zanî û tevî tekeziya li ser vêya ku abor mijara herî girîng a welêt di sala derbasbûyî da bû, got: “Di bûyera aborê da jî hin tehlî û şêrînî hebûn; babetên tehl herî zêde têkildarî zam û bihabûnê nemaze jordaçûna bihayê madeyên xwariniyê û kelûpelên sereke yên jiyanê ye ku gelekî biha bûne û zexta wê ya herî zêde tê ser dehikên xwarê yên civakê.”

Wî got: “Helbet di beşa aborê da karine baş û hin avedankirin pêk hatine ku divê bi debara jiyana gel va bên girêdan.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî piştevaniya ji berhemanînê di sala 1401ê da bi saya birêxistina çend hezar karxaneyên betal û nîv-betal, her wiha zêdekirina Kompaniyên Zanistbingeh û kêmkirina rêjeyeke hindik ji bêkarbûnê wek beşeke kiryarên erênî di warê aborê da bi nav kirin û got: “Yeke din ji babetên kêfxweşker ên sala bihurî di warê aborê da, pêşangeha şiyan û destkeftên berhemênerên beşên hikûmî û nehikûmî û civîna digel berhemênerên sereke yên welêt li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) bû.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî tekeziya li ser vêya ku dadweriya wî derbarê kiryarên berhemênerên welêt erênî ye, bal kişande ser geşatiya hin pîverên aborî û got: “Di beşa Sîgortayê da pîver baş in û di beşên têkildarî av, gaz, rê û jîngehê da karine baş bi cih hatine.”

Wî got: “Ez bi tekîz û tekezî dibêjim, karên baş ên ku di beşa aborê da pêk hatine, divê bibin sebeba hêsanî û geşatiyê di warê debara jiyana gel nemaze çîn û qatên belengaz da û ev yek jî tenê bi rêya plandarêştina deqîq û berdewamiya van karan pêkan e.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê nirxandina ji rewşa aborî ya welêt ev yek bi bîr xist ku divê di nirxandinan da tehlî û şêrînî li rex hev bên dîtin û bi hev ra bên hesabkirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tekezî li ser vêya kir ku pirsgirêkên aborî tenê taybetî Îranê nînin, belkî hema bêje hemî welat ji wan welatên xwedî abora bihêz û pêşketî jî tûşî pirsgirêkên aborî û heta îflasbûna bankan û deydariyên gelekî zehf bûne û got: “Berpirsên hikûmetê û çalakên aborî, siyasî û çandî divê hemî hewla xwe bi kar bînin da ku bi kêmbûna tehliyan û zêdebûna serkeftinan, îsal ji bo gelê Îranê saleke şêrîn be.”

Wî derbarê sala 1402an got: “Mijara sereke û bingehîn a welêt di vê salê da jî abor e. Helbet eva nayê vê wateyê ku di beşên din da pirsgirêk tineye. Gelek pirtsgirêkên cûr bi cûr di warên çandî û siyasî da li welêt hene, lê eger hikûmet û meclîs û çalakên aborî û komên gelanî yên cewan û bi vîn û moral hemî hewla xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bi kar bînin, wê gelek pirsgirêkên din jî werin çareserkirin.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî çareserkirina pirsgirêkên gel girêdayî bi çalakiyên bingehîn û esasî yên aborî her wiha berhemanîn û xebatên însanî weke enstîtû û hevkariyên gelanî û alîkariya bo qatên lawaz ên civakê zanî û got: “Ji xebatên din ên bingehîn li rex berhemanînê, mijara girîng a sermayeguzariyê ye ku divê berpirsên hikûmetû beşa nehikûmî bi awayekî taybet bala xwe bidine ser wê.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi paşdamayîna welêt di warê sermayeguzariyê da dehsaliya nodî (1390-1400) da, tekez kir: “Valatiyeke heyî ya cidî mijara sermayeguzariyê ye ku divê bi rêya plandarêştinê zemîne ji bo wê were dabînkirin.”

Wî got: “Ez bi berçavgirtina tevahiya van aliyan nemaze mijara zam û enflasyonê wek pirsgirêka sereke, her wiha Berhemanîn wek kilîdeke rizgarkirina welêt ji pirsgirêkên aborî, dirûşmeya Sala 1402an wek “Kontrolkirina Zamê û Geşepêdana Berhemanînê” radigihînim.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî tekez kir: “Divê berpirs û çalakên aborî û çalakên gelanî û çandî, her wiha Raxistina Radyo û Televîzyonê ku erka ronkirin û çandaziyê girtiye ustiyê xwe, hemî hewla xwe bidin ser van du mijaran da ku di asta yekem da zam were kontrolkirin û di asta diduyan da rewş ji bo zêdebûna berhemanînê were xweşkirin.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dawiya peyama xwe ya Newrozê da tevî diyarkirina rêz û huba xwe derheq Hezretê Beqiyetullah ul-E’zem (Ec) û daxwaza berzbûna pileyan ji bo rûhê Îmam Xumeynîyê hêja û şehîdan, ji Xwedayê mezin daxwaza xweşbextî û şadî û nûbûna jiyanê û zêdebûna rizq û rûziya gelê Îranê di sala di sala nû da kir.

 

 

Serepeyv