Adar 20, 2023 18:14 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanîyê yê Îranê tayînkirina Wezîrê Berevaniyê yê Çînê yê nû lê pîroz kir

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê tayînkirina Wezîrê Berevaniyê yê Çînê yê lê pîroz kir.

Emîr sertîp “Muhemed-Reza Aştiyanî” Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê tayînkirina jeneral “Lî Şang Fo” wek endamê Konseya Hikûmetê û Wezîrê Berevaniyê yê Çînê yê nû li wî pîroz kir.

Li gorî rapora YJC’yê, Di peyama Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê da tevî amajeya bi peywendiyên xurt, bi rêzdarî û dostane navbera du welatan wek du şaristaniyetên kevn, Bernameya Giştalî ya Beşdariya Stratejîk wek derfeteke girîng ji bo xurtkirina hevkariyên berevaniyê hatiye zanîn.

Wezîrê Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê her wiha tevî amajeya bi alûgorên siyasî-ewlehî, navçeyî û navneteweyî hêvîdarî kir ku di serdema berpirsyariya jeneral “Lî Şang Fo” da asta hevkariyên berevanî-leşkerî navbera Îran û Çînê zêdetir ji berê bilind bibe.

 

 

Serepeyv